Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Hat ragihandin ku Serokê DYA’yê Donald Trump, Cîgirê Serok JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ji bo dawî li şerê navbera DYE û Îranê were li ser elektronîkê peymaneke çarçoveyî îmze kirin.

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin
15 hezîran, 2026   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku bi armanca dawî li şerê navbera DYA û Îranê were li ser elektronîkê peymaneke çarçoveyî hat îmzekirin.

Rayedarekî payebilind ê DYA’yê roja duşemê ragihand ku peyman ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump, Cîgirê Serok JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê û sermuzakerevan Mihemed Baqir Qalîbaf ve hatiye îmzekirin.

Rayedarê ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji çapemeniyê re got, "Serok ji bo biryardariya xwe ya armanca erênî nîşan bide bi xwe xwest ku peymanê îmze bike.”