Rûsya 172 dronên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di şevekê de 172 dronên Ukraynayê li ser herêmên Rûsyayê, nîvgirava Qirimê û deryayên Azov û Reş hatine xistin.

Rûsya 172 dronên Ukraynayê xistin
16 hezîran, 2026   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî şeva borî 172 dronên Ukraynayê ku êrişî Rûsyayê kirin, asteng kirine û rûxandine.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ku li ser Telegramê hatiye weşandin ragihand ku dron 15‘ê Hezîranê di navbera saet 08:00 êvarê bi dema herêmî ya û 07:00 sibeha roja din de hatin astengkirin. Her wiha destnîşan kir ku dron ên baskên sabît bûn.

Li gorî daxuyaniyê dron li van herêman hatin xistin; Astrakhan, Belgorod, Bryansk, Kaluga, Kursk, Volgograd, Voronezh, Oryol, Tambov, Tula, Rostov û Ryazan, Moskov, Krasnodar, Nîvgirava Qirimê û deverên li ser deryayên Azov û Reş.

(bb)