Hêzên Îsraîlê careke din derbasî gundewarên Quneyterayê bûn

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê derbasî herêma di navbera bajarokên El Işa û El Refîd yê gundewarê başûrê Quneyterayê de bû.

Hêzên Îsraîlê careke din derbasî gundewarên Quneyterayê bûn
10 cotmeh, 2025   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihdnd ku îro sibehê yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 8 erebeyên leşkerî pêk dihat, derbasî herêma di navbera bajarokên El Işa û El Refîd yê gundewarê başûrê Quneyterayê de bû.

SOHR`ê diyar kir ku yekîneya leşkerî li ser rêya di navbra her du bajarokan de geriya bêyî ku bi şêniyên herêmê têkeve nava arîşeyekê.

8`ê Cotmehê yekîneyke artêşa Îsraîlê ku 6 wesayitan pêk dihat derbasî gundê El Mileqa yê gundewarê Quneyterayê bû, li gund bendê kontrolê danî û li çend malan lêgerîn kir.

(k)