Peyamên jinan di salvegera Komkujiya Parîsê ya yekemîn de

Jinan li Qamişloyê şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn û soz da ku li ser şopa şehîd Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Hevrîn, Pakîze, Sêvê, Fatme, Yusra, Rîhan û Zehrayê têkoşînê bidomînin.

Peyamên jinan di salvegera Komkujiya Parîsê ya yekemîn de
10 ÇILE 2024   04:38
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

9`ê Çileyê salvegera Komkujiya Parîsê ye ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker sala 2013`an pêşenga Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sara (Sakîna Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) li Parîsê şehîd xistin. 

Welatiya bi navê Şaha Xelîl her sê şehîd bi bîr anîn û got: "Keça Dêrsimê şehîd Sara, jina yekemîn bû ku di civîna damezirandina PKK`ê de hazir bû. Tu gotin, nikare şehîd Sakîna pênase bike ku di oxira azadiya jinan de tê koşiya û şehîd bû."

Şaha îşaret bi têkoşîna şehîd Sara li hember urfûadetên ku rê li pêşiya azadiya jinan digirin û mafên wê jê stendin û got: "Şehîd Sara bi berxwedanê li ser fikrê jina azad di girtîgehên Tirkiyeyê de hewl da kesayeta jina siyasetmedar pêş bixe."

Şahayê bal kişand ser gotareke şehîd Sara ku dibêje: "Em dev ji rêya şoreşê bernadin a ku min pejirandiye. Ez dev ji rêgez û exlaqên xwe jî bernadin. Ev rê wê gelê Kurd bigihîne serkeftinê."

Şaha diyar kir ku komkujiya Parîsê ya yekemîn berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Xwestin ji wê komkujiyê vê peyamê bidin; heke me damezirînera PKK`ê û sembola tevgera rizgariya Kurdistanê qetil kir, vîna we dê bişike."

Lê belê Şaha destnîşan kir ku komkujî û komplo nikarin rê li pêşiya têkoşîna jinan bigirin û wê her tim li ser şopa şehîdên mîna Sara, Rojbîn, Ronahî, Pakîze, Fatme, Sêvê, Partîzan, Yusra, Rîhan, Hevrîn û Zehrayê bin.

Welatiya bi navê Xeyriye Hesen jî berxwedana şehîd Sara silav kir û got: "Wê serî ji îşkenceyê netewand û li hember tevahî cureyên tundiyê di girtîgehê de li ber xwe da."

Xeriye wiha domand: "Tevî îşkenceyê, li ser soza xwe bû û l iber xwe da. Ji ber wê, bi hezaran jin niha li ser şopa wê dimeşin. Ji ber ku wê li hember zulmê, çewisandinê li ber xwe da û xwe îsbat kir."

Hediye Mûsa jî ku 15`ê Tebaxa 1994`an dema çûbû Lubnanê ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibîne, bi hevala Sara re rûniştiye got: "Jineke, pêşeng bû û heta dawiyê ji bo azadiya jinan û gelê xwe tê koşiya."

Hediye destnîşan kir ku şehîd Sara ji wan re behsa zarokatiya xwe, fikrên şoreşgerî yên ku bi saya wê pêşketiye û her wiha hovîtiya dewleta Tirk û sûcên di girtîgehan de dike, kir lê belê tevî îşkenceyê wê rêgeza berxwedan jiyan e li ser şopa şehîd Mezlûm Dogan û Hakî Karer hilbijartiye.

Hediye têkoşîna şehîd Sara bi "bêhempa" wesifand û wiha pê de çû: "Sara ne tenê ji bo jinên kurd lê belê ji bo jinan li cîhanê tevda tê koşiya. Bi vê gotinê bawer kir; heke jin azad nebe civak jî azad nabe."

Di dawiyê de Hediye soz da ku mîrasa şehîd Sara û tevahî şehîdan biparêzin û got: "Em serî ji dijmin re natewînin û dê li ser şopa şehîdên xwe têkoşînê berdewam bikin."

(şx)

ANHA