Serokê Tevgera Hîkme: Pêwîstî bi yekîtî û hewldanek hevbeş heye

Serokê Tevgera Hîkme, Emar Hekîm ragihand ku parastina her bostek xaka Iraqê pîroz û divê hemû kes girêdayî vê yekê be. Emar Hekîm got; “Ewlekarî, serwerî û xaka Iraqê xeta sorin, pêwîstî bi yekîtî û hewldanek hevbeş heye.

Serokê Tevgera Hîkme: Pêwîstî bi yekîtî û hewldanek hevbeş heye
6 tîrmeh, 2024   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tevgera Hîkme Amar Hekîm, di civîna salane ya Şîeyên Iraqê ya li Hisêniye ya Bexdayê de, axivî. Amar Hekîm di axaftina xwe de bê ku navê dewleta Tirk bîne, behsa êrişên li ser serweriya Iraqê kir.

Amar Hekîm balkêşa ser parastina serweriya Iraqê û d azanîn ku parastina her bostek xaka Iraqê erkek pîroze û divê her kes bivê ve girêdayî be.

Amar Hekîm di dewamê de diyarkir ku serwerî û ava Iraqê xeta sore , ew tawîzê di ewlekariya welat de nadin û got; “Emê di hemû şert û mercan xak û ava xwe biparêzin. Em dikarin xaka xwe biparêzin û divê dijî hemû êrişan bin. Ji bo vê jî niha pêwîstî bi yekîtî û hewldanek hevbeş heye.”

Amar Hekîm tevî di peyama xwe de behsa parastina xak û serweriya Iraqê kir, lê navê tu welatek ku êrişê Iraqê dike ne anî.

Hêjayî gotinê ye ev axaftinên Amar Hekîm di demek wiha deye ku dewleta Tirk rojane êrişî xak û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.