Li herêma Biradostê dagirkeriya leşkerên Tirkiyeyê

Hat ragihandin ku li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirk di bin parastina PDK’ê de tevdigerin û gel bêzar dikin.

Li herêma Biradostê dagirkeriya leşkerên Tirkiyeyê
6 tîrmeh, 2024   12:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF’ê leşkerên dewleta Tirk ya dagirker li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê di nava rojê de di bin parastina PDK’ê de tevdigerin û gelê herêmê bêzar dikin. 

Li gorî di dîmenan jî xuya dibe ku wesayîtên leşkeran li gundên Bermîze û Zeretê yên herêma Bradostê, di nava liv û tevgerê de ne. Nasnameyên gel jî tên kontrolkirin.

Her wiha hate zanîn ku leşker bi rêya PDK’ê dixwazin gundan bidin valakirin.