Di topbaran dewleta Tirk de Gelek xanî xirab bûn

Artêşa dewleta Tirk a dagirker duh bi şev nava gundê Guherzê ya li Amêdiyê topbaran kir.

Di topbaran dewleta Tirk de Gelek xanî xirab bûn
6 tîrmeh, 2024   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, di çarçoveya planên dagikirinê de duh bi şev artêşa Tirk gundê Guherzê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê topbaran kir.

Li gorî agahiyan artêşa Tirk raste rast gund topbaran kiriye, ji ber êrişê gelek xaniyên welatiyan xirab bûne. Herwiha wesayîtek ya welatiyan jî ziyan dît. Li gorî dîmen û wêneyan, ziyanek mezin gihiştiye xaniyên welatiyan, derî û pencere şikestine.

Ji ber êrişa dewleta Tirk tirsek mezin ket nava xelkê gund. Zarok heya danê siharê nekarîn ji ber êrişan razin.