‘Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê êrişên xwe zêdetir dike’
Rêveberiya kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê diyar kir “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêdetir dike û vê jî bi hevkariya PDK'ê dike” û banga “têkoşîna li hemberî xiyanetê” kir.

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hevkariya hêzên PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, daxuyaniyek da.
Endama meclisa kantonê Necî Selemê bi erebî û bi kurdî jî endama meclisê Rizgar Lolo daxuyanî li Kampa Serdem xwend. Rêveberên saziyan û niştecihên kampê jî di dema dayîna daxuniyê de amade bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK hemû derfetên xwe pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker dike. Ev jî dijminatiya li doza Kurdan e.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser çiyayên Kurdistanê û xaka Sûriyeyê zêdetir dike, vê jî bi hevkariya PDK'ê dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku “li hemberî xiyaneta PDK'ê teslîm nebin û li dijî xiyanetiyê tê bikoşin”.
)zş(