Li Saziya Pargîn çalakiyên çand û hunerî ji bo zarokan

Berpirsên Saziya Pargîn hewl didin çanda herêmê biparêzin. Bi projeya ku havînê dest pê kiriye hewl didin behreyên 40 zarokan di aliyê hunerî û çandinî de bi pêş bixin.

Li Saziya Pargîn çalakiyên çand û hunerî ji bo zarokan
Li Saziya Pargîn çalakiyên çand û hunerî ji bo zarokan
Li Saziya Pargîn çalakiyên çand û hunerî ji bo zarokan
Li Saziya Pargîn çalakiyên çand û hunerî ji bo zarokan
Li Saziya Pargîn çalakiyên çand û hunerî ji bo zarokan
Li Saziya Pargîn çalakiyên çand û hunerî ji bo zarokan
Li Saziya Pargîn çalakiyên çand û hunerî ji bo zarokan
6 tîrmeh 2024   04:10
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Di malekê de li gundê Besta Sûs ê herêma Koçerat a bajarê Dêrikê, Saziya Çand û Hunerê ya Pargîn hatiye vekirin ku sala 2020`an hate damezirandin. Li hewşa malê 40 zarok li ber muzîka koçerî dîlanên kevnar digerînin.

Saziya Pargîn hewl dide mîrasa madî û manewî ya herêmê vejîne û biparêze.

PROJEYA JI BO ZAROKAN

Çavdêra perwerdeyê û mamoste Lona Xelîl der barê projeyên saziyê de got: "Li kêleka fêrkirina dîlan û govendê, zarokên ji gundên dora me fêrî stranbêjiyê, wênekêşiyê, hunera deng dibin. Di çarçoveya projeya havînê de em van perwerdeyan didin."

Li gorî Lonayê zarok fêrî 12 govendên herêmê dibin; dar, sêgavî, dugavî, yekgavî, kerê reş, milanê, gulingî, giranî şêxanî, navincî, sêva sor, bablekan û hejîrok.

Lonayê wiha domand: "Em ji vê projeyê armanc dikin ku behreyên zarokan bi pêş bixin. Wan fêrî uslûba jiyana xwezayî, çandî û hunerî bikin. Tameşekirina li fîlman beşeke vê bernameya me ye."

Lonayê bi bîr xist ku atolye, semînerên têkildarî çanda madî û manewî hefteyê 2 rojan têne lidarxistin.

VEJANDINA LÎSTIKÊN ZAROKATIYÊ

Lona Xelîl diyar kir ku ne tenê aliyên hunerî yên zarokan bi pêş dixin, her wiha bi rêya vê bernameyê hewl didin lîstikên kevnar ên herêmê vejînin, ji bo ku zarok bilîzin û li gorî aşkera kiriye heta niha 20 lîstik belge kirine, wekî berdeq, hemşê kal, qîtik, kêlevir û gelek lîstikên din.

Lonayê got: "Ev lîstik rûbirûyî windabûnê ne. Zarok tiştekî der barê wan de nizanin. Ji ber wê me xwest bi rêya belgefîlman van lîstikan biparêzin. Çawa tên lîstin, wateya wan çi ye, bi zarokan bidin nasandin."

Lona Xelîl her wiha got: “Piştî bidawîbûna perwerdeyan, zarok dê berhemên xwe nîşan bidin û bi xwe belgefîlman amade bikin û derhênariya wê bikin. Em ji vê projeyê armanc dikin ku çand û lîstikên zarokan vejînin.”

(şx)

ANHA