Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê amûra kolandina petrolê bi cih kir
Dewleta Tirk a dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê amûra kolandina bîra petrolê bi cih kir.
Li gorî medya Iraqê, dewleta Tirk a dagirker amûra kolanandinê ya ji bo bîrên petrolê li gundê Şînava yê îdareya Zaxo yê ser bi Dihokê bi cih kiriye. Medya Iraqê wêneyê amûrê jî parve kir û li gorî wêne tê dîtin ku wê Tirkiye li nav xaka Herêma Kurdistanê bîra petrolê bikole û petrola wê bidize.
Li gorî heman çavkaniyê, armanca vê amûra dewleta Tirk anî herêmê, diziya nefta Herêma Kurdistanê ye.
Dagirkeriya ku ewqas bi eşkere tê kirin, ji aliyê hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê ve qet nayê dîtin.