Ji komên xwendina paraznameyan: Em xwe nas dikin

Rêveber û endamên saziyan ên tevlî komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan dibin, diyar kirin ku ew bi van xwendinan re xwe, dîroka xwe û xwe birêvebirinê baştir nas dikin. 

Ji komên xwendina paraznameyan: Em xwe nas dikin
Ji komên xwendina paraznameyan: Em xwe nas dikin
Ji komên xwendina paraznameyan: Em xwe nas dikin
Ji komên xwendina paraznameyan: Em xwe nas dikin
Ji komên xwendina paraznameyan: Em xwe nas dikin
Ji komên xwendina paraznameyan: Em xwe nas dikin
6 tîrmeh, 2024   11:50
QAMIŞLO

Di çarçoveya bernameya xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan de, li bajarê Qamişlo komên hatine avakirin xebatên xwe didomînin. 

Koma ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatiye avakirin, bi beşdariya rêveber û endamên saziyên karker û kedkaran paraznameya 5’emîn dixwîne.

Koma ku ji 12 endam û rêvebirên Yekîtiya Kedkar, Yekîtiya Ajokar û Yekîtiya Mutehîdan pêk tê, li avahiya Yekîtiya Kedkaran beşa 6’an a paraznameya 5’an a bi navê “Parastina Kurdên Di Nava Pençeyên Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” xwend. Piştî xwendinê jî gotubêj hatin kirin.

Kesên ku tevlî koma xwendinê bûne, têkildarî mijarê nêrînên xwe ji ANHA’yê re vegotin.

Endamê Yekîtiya Ajokaran Dawûd Hecî Abdullah da zanin ku di nava salekê de cara sêyemîne ku paraznameya 5’an dixwînê û diyar kir ku fikirên Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan ferhenga jiyanê ye.

Dawûd Hecî Abdullah li ser mijarên ku ji pirtûkê fêm kirine ev tişt anîn ziman: “Bi vê pirtûkê em fêm dikin ka emê saziyên xwe çawa birêve bibin. Di têkiliyên civakê û danûstendinan de, em dizanin çi bikin. Derbarê azadiya jinê, Rojhilata Navîn de em dibin xwedî agahî. Ango ev pirtûk ji me re bernameyek e.”

Hevseroka Yekîtiya Kedkaran a Bajarê Qamişlo Şehnaz Mehmê jî destnîşan kir ku bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan re wan dîroka xwe nas kiriye û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan, rastiya jinê bi jinê daye naskirin, di asta jor de azadiya jinê îfade kiriye.”

(a)

ANHA