Çeteyên dewleta Tirk mal û milkên şêniyan didizin

Çeteyên dewelta Tirk a dagirker mal û milkên şêniyên Efrînê didizin.

Çeteyên dewleta Tirk mal û milkên şêniyan didizin
6 tîrmeh, 2024   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih li Efrîna dagirkirî ragihandin ku komeke çeteyan tevliheviya li Efrînê di vê dawiyê de zêde bûye, bi kar anîn û bi ser dikanên şêniyan de yên li hember avahiya Saray a li navenda bajêr girtin û kelûpelên tê de dizîn. 

Çavkaniyan da zanîn ku koçberekî ji Xûtayê bi ser mala şêniyê bi navê Mihemed Elî ya li taxa Eşrefiye ya Efrînê dimîne yê de girt, tiştên di mal de û pereyên lê dizîn. Çavkaniyan bi bîr xist ku Elî ji gundê Elî Caro ye û dema ne li mal bû, dizî pêk hatiye.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku koçberê ji Xûtayê piştî diziyê li gel malbata xwe ji Efrînê derketiye û çûye bajarê Babê.

(şx)