Hewldana ciwanekî ya dilxwaz veguherî însiyatîfeke komî

Ciwanê bi navê Hesan Kano li Tirbespiyê dest bi belavkirina qalibên cemedê kir û dûre gelek ciwan û şêniyan jî destek dayê. Bi vê yekê hewl didin zehmetiyên ji ber qutbûna kehrebeyê hinekî sivik bikin.

Hewldana ciwanekî ya dilxwaz veguherî însiyatîfeke komî
Hewldana ciwanekî ya dilxwaz veguherî însiyatîfeke komî
Hewldana ciwanekî ya dilxwaz veguherî însiyatîfeke komî
Hewldana ciwanekî ya dilxwaz veguherî însiyatîfeke komî
Hewldana ciwanekî ya dilxwaz veguherî însiyatîfeke komî
Hewldana ciwanekî ya dilxwaz veguherî însiyatîfeke komî
6 tîrmeh, 2024   05:40
QAMIŞLO
RÊNAS RIMO-EBAS XELEF

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 13 û 15`ê Çileya 2023`yan binesaziya herêmê topbaran kir, gelek navend û stasyonên kehrebe û petrolê rawestiyan. Li bajarê Tirbespiyê jî kehrebe qut bû û di havînê de zehmetiyên şêniyan zêde kirin.

Ciwanê bi navê Hesan Hisên Kano yê ji bajêr, ji bo ku vê zehmetiyê li şêniyan sivik bike û ava sar ji wan re peyda bike, qalibên cemedê (qeşa) li taxan belav dike ku jenerator lê naxebitin.

Kano destpêkê rojane 10 qalibên cemedê belav dikirin. Dûre gelek ciwan tev lê bûn û însiyatîf firehtir bû û êdî cemed li gund û taxên bajêr tê belavkirin.

Kano diyar kir ku ji vê gavê dixwaze hevkariya di navbera pêkhateyan de xurttir bibe û got: "Di dîrokê de her tim pêkhateyên bajêr li hember zehmetiyan bi hev re li ber xwe daye."

Kano wiha berdewam kir: "Destpêkê ez bi tenê bûm. Lê dûre gelek şênî û dost tev lê bûn û niha em ne tenê li taxan, li hin gundan, malên sersaxiyê û yên şahiyan jî cemedê belav dikin. Dema mirov tiştekî ji şêniyên herêma xwe re bike, gelek şad dibe."

Hesan Kano beriya 10 rojan dest bi belavkirina cemdê kiriye û heta niha 350 qalibên cemdê hatine belavkirin.

(şx)

ANHA