‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’

Endam û rêveberiyên saziyên kantona Firatê diyar kir ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê ne û got mifteya çareseriyên aloziyên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.

‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’
‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’
‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’
‘Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye’
6 tîrmeh, 2024   03:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Xelîl Bozî, endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Firatê Firyal Temî û cîgira Hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firarê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Mihemed Xelîl Bozî diyar kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi destê dewletên hegemon pêk hatibû û destnîşan kir ku wan dewletan xwest bi vê komployê dawî li ramanên demokratîk bînin û dema desthilata xwe dirêj bikin. Bozî got: “Rast e rêberê me bi fîzîkî ne di nava me de ye, lê felsefeya wî di dilê me de ye û li tevahî cîhanê belav bûye."

Mihemed Bozî anî ziman ku mifteya çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye û wiha dom da axaftina xwe: "Ev 3 sal e dewleta Tirk tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Agahî ji rêberê me tune ye. Ev tişt jî dihêle em ji rewşa rêberê xwe bi fikar bin. Bi rêya tecrîdê dixwazin me û rêberê me ji hev qut bikin. Lê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê bi rêberê xwe re bin. Em soz didin heta azadiya fîzîkî ya rêberê me li ser pêyan bin.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Firyal Temî jî îşaret pê kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ne tenê li Kurdistanê, di heman demê de li tevahî cîhanê belav bûne.

Firyal Temî bal kişand ser pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û got: "Tevahî cîhan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan e, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew rêberê tevahî mirovahiyê ye. Felsefeya wî ya neteweya demokratîk bi hazaran rengan di nava xwe de hembêz dike, lewre îro her kes ji bo azadiya wî li qadan e.”

‘KOMPLOGER JI RAMANÊN RÊBERTÎ DITIRSIN’

Firyal Temî  destnîşan kir ku hêzên ku komplo pêk aniye ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, lewra tecrîdeke giran li ser wî dimeşînin û wiha pê de çû: "Nizanîbûn ku ramanên rêberê me belav bûne û di dilê me de hatine çandin. Berxwedana ku Rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de dike, hêz û moralê dide me. Bi wê hêzê em ê têkoşîneke xurttir bimeşînin.”

Her wiha cîgira Hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Wehîde Omer tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em ê têkoşîna xwe xurttir bikin heta ku rêberê xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibînin.”

(bb)

ANHA