Plansaziya şaredariyên gel ên Minbicê

Komîteya Şaredariyan a Kantona Minbicê plansaziya xwe ya îsal aşkera kir. Avakirina cihan ji bo parastina welatiyan ji êriş û karesatên xwezayî yek ji plansaziyê ye.

Plansaziya şaredariyên gel ên Minbicê
10 ÇILE 2024   05:37
MINBIC
MIHEMED ŞÊX

Komîteya Şaredariyan a Kantona Minbicê projeyên ku dê îsal pêk bîne lêkolîn kirin. Ji projeyan, sererastkirin û qîrkirina rêyan, projeyên kanalîzasyonê û avakirina cihan ji bo parastina welatiyan ji êriş û karesatên xwezayî.

Hevserokê Nivîsgeha Lêkolînan a Komîteya Şaredariyan a Minbicê Mihemed El Mihelî ji ajansa me re diyar kir ku komîteyê par bi budceya milyon û hezar dolar gelek proje li ser asta kantonê pêk anîn.

Li Minbicê 5 şaredarî (Heye, Meqatai El Hecer, Ebû Qelqel, Farat û Til Hozan) hene. Li ser asta bajar 2 projeye (qîrkirina rêyan bi derdora 350 hezar dolarî û projeyên razimaniyê bi budceya 650 hezar dolarî) pêk anîn.

Li gundan jî gelek proje hatin pêkanîn. Yek ji wan projeyên qîrkirina rêyan bi budceya 230 hezar dolar ku ji aliyê şaredariyên Meqtai El Hecer, Farat û Heye pêk anîne.

Mihemed El Mihelî destnîşan kir ku ji bo her şaredariyeke li gundan 100 hezar dolar hatî veqetandin

Her wiha diyar kir ku proje ji sedî sed pêk hatine û du projeyên din ku xebat li ser wan didome ji sedî 90 pêk hatine.

Der barê plansaziya îsal de Mihemed El Mihelî got: "2 mîlyon û 106 hezar  budce ji bo projeyên qîrkirin, projeyên îstîsmarê, projeya avakirina bajarekî pêşesazî li bajar û avakirina navendên parastina şêniyan ji karesaet û êrişan hatiye veqetandin."

El Mihelî wiha li gotina xwe zêde kir: "Lêçûna qîrkirinê li şaredariyên gundewaran dê 458 hezar dolar be û ya projeyên avakirina avahî û stargehan dê 170 hezar dolar be. Her şaredariyek li gundewar dê xwedî budceyekê be. Budceya şaredariya Heye 90 hezar dolar, a Ebû Qelqel 154 hezar dolar, a Meqte El Hecer 115 hezar dolar û ya Til Hozan 25 hezar dolar e. Ji bo projeya qîrkirina rêya gundê Bêlan jî 210 hezar dolar hatiye veqetandin."

El Mihelî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku budceya giştî ya şaredariyên gundewarên Minbicê mîlyon û 269 hezar dolar e û ya şaredariya navenda kantonê 840 hezar dolar e. Bi wê re budceya sala nû jî 2 mîlyon û 106 hezar dolar e da ku projeyên vekirina rêyên nû di navbera gundan de, di navbera gundan û bajêr de, qîrkirinê û tamîrkirina kanalîzasyonan û projeyên bazirganiyê bên pêkanîn."

ANHA