Rêxistina PYD`ê ya Ewropayê kongreya xwe li dar dixe

Meclisa rêxistina PYD`ê ya Ewropayê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreya giştî ya partiyê de, kongreya xwe li dar dixe.

Rêxistina PYD`ê ya Ewropayê kongreya xwe li dar dixe
Rêxistina PYD`ê ya Ewropayê kongreya xwe li dar dixe
6 tîrmeh, 2024   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Ewropayê bi dirûşma "Parastina destkeftiyên şoreşa me misogeriya pêşeroja me ye" kongreya xwe ya 12’emîn li Hollandayê li dar dixe. 

350 nûnerên PYD`ê yên li Ewropayê, nûnerên partî û hêzên siyasî yên kurdistanî û sûriyeyî yên li Ewropayê, siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevan tev li kongreyê bûne.

Tê payîn ku kongre 2 rojan bidome. Di kongreyê de dê nûnerên Meclisa Rêxistina PYD`yê ya Ewropayê bên hilbijartin.

(şx)

ANHA