peyama Newrozê ya Colemêrg, Agirî û Silopiya: Kurd azadiya Rêberê xwe û nasnameya xwe dixwazin

Li sê bajarên bakurê Kurdistanê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

peyama Newrozê ya Colemêrg, Agirî û Silopiya: Kurd azadiya Rêberê xwe û nasnameya xwe dixwazin
24 adar, 2026   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN  

Li Colemêrg, Agirî û navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê / Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

AGİRÎ

Li Bazara kesan Kayê ya li navenda bajaêr Agiriyê a bakurê Kurdistanê pîrozbahiya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hate lidarxistin. Bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Beriya pîrozbahî dest pê bike welatiyan li ber stranan govend gerand. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dayika yek ji cangoriya Newrozê Sema Yuce, Zennure Yuce, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmud Dîndar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Ciwanan li qada Newrozê û li ser dikê posterên mezin ên Rêber Apo û Salih Muslim hildan. Her wiha wêneyên Rahşan Demîrel, Sema Yuce û Kemal Kurkut jî hatine hildan. Stranbêj Devrîm Çelîk û Aylîn Demîrkaya derketin ser dikê û strîn û gel li ber stranan wan govend gerand.

KERBORAN

Newroz li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" û "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hat pîrozkirin. Bi sedan kes ji bo pîrozbahiya Newrozê kom bûn.

Welatiyan ji serê sibê ve dest bi hatina Qada Newrozê ya Kerboranê kirin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin û wêneyê Rêber Apo jî hatin hilgirtin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

SİLOPİYA 

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê, bi deh hezaran kes bi Marşa Rojava û Marşa Çarxa Şoreşê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Piştî meşê, gel konvoyekê qelebalix a wesayîtan pêk anî.