'Li Sûdanê bêhtirî 500 sivîl hatin kuştin'

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di navbera mehên Çile û Adarê de bi taybetî li Herêma Kordofan a Sûdanê di encama êrişên balafirên bêmirov de bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin.

'Li Sûdanê bêhtirî 500 sivîl hatin kuştin'
24 adar, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN  

Berdevkê Komîseriya Bilind Marta Hurtado, di civîna li Cenevreyê de got: “Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di navbera 1'ê Çile û 15'ê Adarê de di encama van êrişan de bêhtirî 500 sivîl hatine kuştin. Piraniya sivîlên ku hatine kuştin li 3 navçeyên herêma Kordofanê ye.”

ALOZIYA MIROVÎ Û ŞER GIRANTIR DIBE

Şerê li Sûdanê ku di 15'ê Nîsana 2023'yan de dest pê kir, piştî du salan girantir bû û bû sedema aloziyeke mezin a mirovî.

Şer di navbera her du aktorên sereke yên darbeya 2021'an de pêk tê. Li aliyekî Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Abdul Fettah El Burhan û li aliyê din Hêzên Desteka Lezgîn a paramiliter û fermandar Mihemed Hamdan Daglou ye.

Li gorî NY, Sûdan yek ji aloziyên mirovî yên herî xirab ên cîhanê dijî. Tom Fletcher, rewş wekî “rewşek mirovî ya pir cidî” pênase kir. Beşek mezin ji nifûsa welêt hewcedarê alîkariyê ye û li hin herêman birçîbûn derketiye asta herî jor.

BI MILYONAN KES KOÇBER BÛN

Ji Nîsana 2023'yan û vir ve, bi qasî 13 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne. Ji van, 8.6 mîlyon kes di hundurê welêt de man. Bêhtirî 4 mîlyon kes jî derbasî welatên cîran bûn. NY vê rewşê wekî aloziya koçberiyê ya herî mezin a cîhanê bi nav dike.

LI DARFÛR Û KORDOFANÊ ŞER GIRAN DIBE

Bi taybetî li herêmên Darfûr û Kordofanê şer giran dibin. Piştî Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) di 26'ê Cotmeha 2025'an de bajarê El Faşîrê girtin bin kontrola xwe, alozî kûrtir bû.