Li Fîlîpîn ji ber qutbûnên enerjiyê rewşa awarte hate ragihandin

Serokê Fîlîpînê Ferdinand Marcos Jr. diyar kir ku ragihandina rewşa awarte ya enerjiyê li seranserê welêt bi armanca ku şiyana hikûmetê ji bo mijûlbûna bi her bandorek potansiyel a guherînên dabînkirina enerjiyê ya cîhanî re xurt bibe.

Li Fîlîpîn ji ber qutbûnên enerjiyê rewşa awarte hate ragihandin
24 adar, 2026   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN  

Serokê Fîlîpînê Ferdinand Marcos Jr. ji ber pevçûnên berdewam ên li Rojhilata Navîn û tiştê ku wî wekî "gefeke nêzîk" li ser dabînkirina enerjiya welêt bi nav kir, rewşa awarte ya enerjiyê ya neteweyî ragihand kir.

Marcus got ku komîteyek ji bo misogerkirina tevgera rêkûpêk, dabînkirin û belavkirinê, her wiha hebûna sotemenî, xwarin, derman, berhemên çandiniyê û kelûpelên din ên bingehîn hatiye avakirin.

Marcus di fermana rêveberiyê ya ku ji medyayê re hatiye belavkirin de anî ziman ku pevçûn bûye sedema nezelaliyê li bazarên enerjiyê yên cîhanî, zext û billindbûna bihayên petrolê yên navneteweyî gefê li ewlehiya enerjiyê ya welêt dixwe.

Serokê Fîlîpînê destnîşan kir ku ragihandina rewşa awarte ya neteweyî di sektora enerjiyê de wê bihêle ku hikûmet tedbîrên proaktîf û hevrêzkirî li gorî qanûnên heyî bicîh bîne da ku xetereyên ku ji qutbûnên dabînkirina enerjiyê yên cîhanî û bandora wan li ser aboriya herêmî derdikevin çareser bike.

Her wiha daxuyaniya ku wê salekê di meriyetê de bimîne, destnîşan dike ku hikûmet xwediyê desthilatê ye ku sotemenî û berhemên petrolê yên pêwîst bikire.

Beriya niha Wezîra Enerjiyê ya Fîlîpînê Sharon Jarin di konfranseke rojnamevanî de got hikûmet dixebite ku yek milyon bermîl petrol ji welatên hundir û derveyî Başûrrojhilatê Asyayê bikire da ku depoyek yedek ava bike.

(ac)

ANHA