Şandeya KNK’ê hat Rojava

Bi armanca piştgiriyê şandeyeke KNK’ê ya bi serokatiya Ehmed Karamûs hat Rojava.

Şandeya KNK’ê hat Rojava
Şandeya KNK’ê hat Rojava
Şandeya KNK’ê hat Rojava
Şandeya KNK’ê hat Rojava
Şandeya KNK’ê hat Rojava
Şandeya KNK’ê hat Rojava
Şandeya KNK’ê hat Rojava
29 ÇILE, 2026   16:00
QAMIŞLO

Şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, endamên rêveber Dr. Şêrko Heme Emîn, Dr. Hekîm Kerîm, Perwîn Ezîz û endama kongreyê Mecda Ebas pêk tê, bi armanca piştgiriyê hat Rojava.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir ku armanca hatina wan ew e ku di vê pêvajoyê de piştgiriya Kurdên Rojava bikin û got piştgiriya Rojava erkekî neteweyî û exlaqî ye.

Ehmed Karamûs bang li tevahî Kurdan kir ku vê erkê bi cih bînin û xwedî li gelê Rojava derkevin.

(b)

ANHA