Peyama meşa li Şengalê: Şengal Rojava ye, Rojava Şengal e

Di meşa li Şengalê ya li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê peyama "Şengal Rojava ye, Rojava Şengal e’’ hate dayîn.

Peyama meşa li Şengalê: Şengal Rojava ye, Rojava Şengal e
3 kanûn, 2024   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

 Bi pêşengiya Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê, xelkê Şengalê li gel hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî li dar xist. Bi sedan ciwan û xelkê Şengalê li dijî êrişên qirkirinê ji ber Mekteba Zarîfa Osê (Medresa Sor) dest bi meşê kirin û bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî berxwedana YPG-YPJ’ heya çerxerêya Yermûkê meşiyan.

Piştî meş li çerxerêya Yermûkê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Berdevka Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan di destpêka daxuyaniyê de berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê ya li ber êrişên qirkirinê silav kir û wiha axivî: ‘’Em weke ciwanên Êzidî û gelê Şengalê li gel berxwedana gelê Rojava ne. Dewleta Tirk gefa dixwe û dixwaze îradeya ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye avakirin tine bike. Bila dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê baş zanibin ku ew ê ti carî nikaribin vê îradeyê tine bikin. Ji ber ku em xwedî Rêberekî weke Rêber Apo û xwedî îradeya bi hezaran şehîdan e.’’

Sara Botan bi bîr xist ku di fermana 2014’an de Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve deriyên xwe ji civaka Êzidî re vekirin û wiha pê de çû: ‘’Weke civaka Êzidî em jî dibêjin ku em heya dawiyê bi gelê xwe yê Rojava re ne. Civaka me yê Êzidî yên li Şehbayê koçber in, emê heya dawiyê bi wan re ne. Em weke ciwanên Êzidî amade ne ku biçin û tevlî parastina Rojavayê Kurdistanê bibin. Ji ber ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê di heman demê de êrişên li ser Şengalê ye jî. Em dibêjin bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana YPG û YPJ. Wê serkeftin yê gele me yê Rojava be. Çawa ku di sala 2015’an de Kobanê neket wê îro jî Rojava nekeve.’’

 Di daxuyaniyê de li ser navê Heya Eşayîrî ya Şengalê Şêx Mirad jî peyameke kurt da û got: ‘’Her kes dizane di sala 2014’an de çi bi serê civaka Êzidî de hat. Herkes dît ku çawa keç û jinên Êzidî di sûk û bazaran de çawa hatin firotin. Herkes dît ku çawa serê zarokên me jêkirin. Niha dixwazin van tiştan bi serê Rojava de jî bînin. Rojava Şengal e û Şengal Rojava ye.’’