Peyama mêran a 8’ê Adarê: Em piştgiriyê didin mafên jinan

Mêran piştgiriya xwe ji bo têkoşîna jinan anî ziman û diyar kir ku bêyî naskirina rola jinan di avakirina civakeke azad û demokratîk de, ne mimkun e azadî û wekhevî pêk werin.

Peyama mêran a 8’ê Adarê: Em piştgiriyê didin mafên jinan
8 adar, 2025   06:35
QAMIŞLO

Mêran bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêrînên xwe anîn ziman.

Mihemed Xêr Tewfîq ê ji bajarê Amûdê 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "8’ê Adarê rojeke pîroz e. Jin pêşengên şoreşê ne û şoreşê pêşde dibin. Em hêvî dikin her tim ji bo jinan 8’ê Adarê be. Jinan ji bo bidestxistina mafên xwe û yên gelê xwe kedeke mezin da; rihê xwe, kezeba xwe, keda xwe ya madî û manewî her tişt xist xizmeta şoreşê."

Mihemed Xêr Tewfîq ev li gotinên xwe zêde kir "8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê roja bibîrxistina têkoşîna jinan a li hemberî zîhniyeta baviksalar e û roja balkişandina ser rola wan a pêşeng di civakan de ye."

Bedredîn Omer ê ji bajarê Dêrikê jî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û hêvî kir ku aştî û edalet pêk werin û tevahî jinên li Sûriyeyê mafên xwe bi dest bixin.

Raşid El Xenam ê ji bajarê Til Hemîsê jî qala dîroka jinan kir û wiha got: "Di serdemên cahiliyetê de jin bindest bûn, lê bi derketina îslamê re beşeke mafên xwe bi dest xistin. Lê bi derketina pergalên kapîtalîst ên hegemonîk re jin careke din hatin paşguhkirin û bikaranîn."

Raşid El Xenam bi bîr xist ku bi derketina ramanên Rêber Abdullah Ocalan û şoreşa Rojava re, jinan rola xwe ya pêşeng vegerand û di qada siyasî, aborî, parastin û hwd de bûn hevkarên rasteqîn ên avakirina civakan.

Luqman Hesen ê ji koçberên Efrînê destnîşan kir ku 8’ê Adarê rojeke sembolîk tenê nîn e, lê belê berhema têkoşîna bi salan a jinan e.

Luqman Hesen bi bîr xist ku bi saya ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan jinan mafên xwe bi dest xistin û li ser asta cîhanê bûne mînakên azadî û têkoşînê.

Luqman Hesen got divê têkoşîna jinan bibe bingeha avakirina civakeke demokratîk û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em gelê Efrînê aşiqên vê rojê ne, ji ber ku ev roj roja dayikên me hemûyan e. Dayik pîroz in, em hînî wateya têkoşîn û kerametê kirin. Divê em jinan teqdîr bikin."

(bb)

ANHA