Peyamên jinan ji bo 8’ê Adarê hêvî û banga tevlîbûna demê

Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di peymama xwe ya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, ev roj li tevhî jinên li Sûriyeyê û cîhanê pîroz kirin. Jinan bang li jinên li Sûriyeyê bi taybet li jinên li sahil kirin ku tevlî qanûn, biryar û planên jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.

Peyamên jinan ji bo 8’ê Adarê hêvî û banga tevlîbûna demê
8 adar, 2025   03:50
QAMIŞLO

Jinên ji pêkhateya Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê (Şoreşa Jin) têdikoşin, 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê û Cîhanê pîroz kir û ji ANHA`yê re peyamê xwe bi van gotinan anîn ziman.

`JI BO JINÊN LI SÛRIYEYÊ EV SAL DIVÊ DÎROKÎ BE`

Nivîskara Kurd Narîman Evdikê diyar kir ku ji ber jin di Roja 8`ê Adarê de mohreke xwe li cîhanê xistiye, ev roj rojeke gelek girîng û pîroz e. Îsal cudahiyeke taybet heye ji bo jinên Kurd û bêhtir ji bo jinên li Sûriyeyê bi giştî jî. Niha li Sûriyeyê bi hatina desthildariyeke nû maf û dîroka jin tê paşguhkirin, hîn jî raya giştî jî li ser vê yekê bêdeng e. Divê 8`ê Adara vê salê rojeke dîrokî be, hemû jin çi malxwa malê, xebatkar, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û kedkar be jî, ji bo di Sûriyeya nû de cih bigirin, rola xwe bilîze û têbikoşe.

PEYAMA JI BO JINÊN LI SAHIL

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Newal El-Mizyed da zanîn ku beriya Şoreşa Jin wan kêm bi roja jinan a cîhanê dibihîst, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya xwe di nava rasteqîna heyî de hebûna xwe isbat kirine. Wan bi berxwedan, têkoşîn, deng û yekîtiya jinan hişt ku wateya taybetmendiya Roja 8`ê Adarê derkeve pêş.

Newal El-Mizyed peyama xwe ya ji bo jinên li Sûriyeyê bi taybet li beravê (sahilê Sûriyeyê) wiha anî ziman: “Doza me ya jinên li herêmê heman doza jinên li hundirê Sûriyeyê ye, êş û jankêşiyên me yek in. Xwezî jinên li herêmên Sûriyeyê tevlî qanûn, biryar û planên jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Destkeftiyên jinên li herêmê jî bibînin.

HÊVIYA AŞTÎ Û EWLEHIYÊ

Endama Yekîtiya Jinên Ermen Alîn Mîlkon destnîşan kir ku ji bo ku jinên li Sûriyeyê karibin civakeke bi rûmet ava bikin li welatê xwe, ew ji bo wan hemûyan aştî û ewlehiyê dixwaze. Hêvî kir ku di salên bê de maf û xwestekên jinên li Sûriyeyê pêk bên.

XWESTEKA DEMÊN HÊZDAR

Cîgira Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Maya Şabo destpêka peyama xwe de şehîdên jin ên ku di nava Şoreşa Jin de şehîd bûne, bi bîr anî. Ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku civakeke demokratîk ava dikin, dem û çaxên bi hêz xwest.

(ekîb)

ANHA