‘Banga Rêber Apo rêya aştî û azadiyê ye’

Jinên ji Dirbêsiyê diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk bingeha esasî ya rêvebirina pêvajoya aştiyê li Tirkiye û tevahiya herêmê ye. Jinan got dê heya  bidestxistina azadî û demokrasiyê şopdarên xeta Rêber Abdullah Ocalan bin.

‘Banga Rêber Apo rêya aştî û azadiyê ye’
8 adar, 2025   05:15
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Jinên ji bajarê Dirbêsiyê der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.

Zîlan Ereb piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan û got: "Piştî zêdetirî 3 salan ji tecrîda girankirî banga Rêber Abdullah Ocalan a çareserkirina pirsgirêkên asêmayî li Rojhilata Navîn û rawestandina şer hat. Em piştgiriyê didin vê bangê. Em ê şopdarên xeta rêberê xwe bin. Em di wê baweriyê de ne ku ramanên wî rêya bidestxistina aştî û azadiya gelan in."

‘RÊBERTÎ JI BO MAFÊN GELÊ KURD Û AZADIYA TEVAHÎ GELAN TÊ DIKOŞE’

Beyan Dawûd diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal e di girtîgeha Îmraliyê de ji bo mafên rewa yên gelê Kurd, pêşxistina fikra neteweya demokratîk û yekitiya gelan tê dikoşe.

Beyan anî ziman ku banga dawîn a Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwişk û biratiya gelan û aştiya di navbera gelan de ye û got: "Em bi Rêber Apo û banga wî re ne. Em bi hêvî ne ku çareseriyên siyasî yên dûrî şer û wêraniyê pêk werin.”

‘DÎTINA RÊBERTÎ HÊVÎ DA ME’

Jina bi navê Şeha Şêxo jî kêfxweşiya xwe bi dîtina Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Rêber Apo kedeke mezin ji bo gelê xwe daye. Em jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê şopdarên xeta wî bin û piştgiriyê didin banga wî ya aştî û civaka demokratîk."

(bb)

ANHA