Peyama girtiyê di grevê de: Em ê heta encamê çalakiyê bidomînin

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Îsmet Karak peyamek şand û diyar kir “Em ê bi ruhê fedayî yê Zîlanê daxwaza azadiya birêz Ocalan bidomînin. Heta ku em encamê werdigirin, em ê di çalakiyê de bin.”

Peyama girtiyê di grevê de: Em ê heta encamê çalakiyê bidomînin
27 kanûn, 2023   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal e li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdê de tê ragirtin û 34 meh e tu agahî jê nayên girtin. 

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” pêngavê dest pê kiribû. Di çarçoveya pêngavê de girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribû. Çalakî 31 roj e didome.

Ji girtiyên ku ketine greva birçîbûnê Îsmet Karak ku li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û peyamek bi raya giştî re parve kir.

Îsmet Karak da zanîn ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Ji bo ku em bikarin xwe ji vê çiravê xelas bikin dê têkoşîna me bidome. Niha em 3 heval di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Tevahiya hevalên me bi biryardariyeke mezin di çalakiyê de cih digirin.”

Tarak têkildarî berxwedana heyî bang li raya giştî kir û wiha pê de çû: “Girtiyên azad bi ruhê fedaîtiya Zîlanê dê daxwaza azadiya birêz Ocalan bidomînin.”