Hikumeta Şamê 6 gundên Idilb û Helebê topbaran kirin

Hikumeta Şamê 6 gund û eniyên li Ildib û Helebê topbaran kirin. Li çiyayê El Ekrad ê li bakurê Laziqiyeyê jî 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.

Hikumeta Şamê 6 gundên Idilb û Helebê topbaran kirin
27 kanûn, 2023   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê gundên Fitîra, Sifohin, Filêfil, Afis ên Idlibê, eniyên Qesir û Kefer Eme yên li rojavayê Helebê topbaran kirin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li eniyên Kebane yên çiyayê El Ekrad ê li bakurê Laziqiyeyê, 2 çeteyên Tehrîr El Şamê di encama topbarana hikumeta Şamê de birîndar bûne.

Bi van daneyan re, hejmara kesên di topbaranên bejahî de li herêma bêçek ji destpêka salê ve hatine kuştin, derket 684 kesan û zêdetirî 275 endamên hêzên hikumeta Şamê û çete û 279 welatî birîndar bûne.

(şx)