Peyama dîrokî ya Rêber Apo tê xwendin

Şandeya DEM Partî ku ji Girava Îmraliyê vegeriya, li bajarê Stenbolê peyama dîrokî ya Rêber Apo ji raya giştî re eşkere dike.

Peyama dîrokî ya Rêber Apo tê xwendin
27 sibat, 2025   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partî ku ji Hevserokên DEM Partî Tulay Hatem Ogullari û Tuncer Bakirhan, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder, parlamenterên DEM Partî Pervîn Buldan û Cengîz Çîçek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, îro çûn girava Îmraliyê. 

Şande piştî hevdîtê vegeriya bajarê Stenbolê û derbasî Otêla Elit World bû ku peyama Rêber Apo ragihîne.

Di civîna çapemeniyê de ji bilî endamên şandeyê gelek parlamenterên DEM Partî, rêveber û endamên rêxistinê sivîl jî amade bûn.

Di salona civînê de, li pişt maseya ku endamên şandeyê rûniştine, wêneyê Rêber Abdullah Ocalan ê ku bi endamên şandeyê û hersê girtiyên siyasî re hatiye kişandin, hat  nîşandin. Li heru aliyên wêne jî, bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ingilîzî sernavê banga Rêber Apo, ya wekî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” hat dayîn.

Di dema nîşandana wêne de, dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

Beriya xwendina peyamê, Sirri Suriye Onder axaftinek kurt kir û bi zimanê Kurdî û Tirkî xêrhatina mêvanan kir. Sirri Suriye Onder da zanîn ku dê peyam bi zimanê Kurdî ji aliyê Ahmet Turk ve, ya bi zimanê Tirkî jî, ji aliyê Pervîn Buldan ve bê xwendin.

Piştî Onder, Ahmed Turk dest bi xwendina peyamê kir.