Wêneyê banga dîrokî hate weşandin

Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş û endamên Şandeya Îmraliyê di dema daxuyaniyê de wêne kişand.

Wêneyê banga dîrokî hate weşandin
27 sibat, 2025   16:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtina sêyemîn bi Rêber Abdullah Ocalan re kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di hevdîtina sêyemîn de cih girt. Di heman demê de girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girt. 

Rêber Abdullah Ocalan, Şandeya Îmraliyê û 3 girtiyan li Îmraliyê daxuyaniyeke hevpar da. Dîmenên daxuyaniyê hatin kişandin lê dewletê nedan şandeyê. Ji daxuyaniyê tenê wêneyek radestî şandeyê hate kirin.

Wêneyê Rêber Abdullah Ocalan, Şandeya Îmraliyê û 3 girtiyên din bi hev re kişandiye, hate weşandin.