Pexşan Ezîzî di bin êrişan de ye

Girtiya siyasî Saye Sîdal têkildarî êrişên derûnî û fîzîkî yên li ser Pexşan Ezîzî yên li girtîgeha Qerçekê hişyarî da û daxwaza demildest rawestandina êrişan kir.

Pexşan Ezîzî di bin êrişan de ye
17 tîrmeh, 2025   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştre girtiyên siyasî yên li girtîgehê ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatin veguhestin. Ji wê rojê ve zext, gef û êşkenceya beramberî girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve zêdetir û tundtir bûye.

Girtiya siyasî Saye Sîdal ya li Girtîgeha Qerçek girtiye, têkildarî rewşa dawî ya Pexşan Ezîzî li ser rupela xwe ya medya dijîtal a înstagramê peyamek belav kir.

Saye Sîdal ragihand ku Pexşan Ezîzî li girtîgehê di şeş mehên borî de bûye hedefa êrişên sîstematîk yên derûnî û fîzîkî. Saye Sîdal got: “Ew bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin û tenê ‘du gav ji darvekirinê dûr e’. Gelo ev êriş ji ku derê ve tên?”

Girtiya siyasî Saye Sîdal tekezî kir ku êdî dma ‘şermezarkirin û çavdêriyê’ derbas bûye; pêşîgirtina li her bûyerek nexwestî bi serê vê girtîya siyasî de, karekî mirovî û yeksere.

Hêjayî gotinê ye çalakvana civaka sivîl û rojnamevan Pexşan Ezîzî yek ji wan jinane ku piştî êrişên çeteyên hov û dirinde yên DAIŞ’ê li ser Şingal û Rojavayê Kurdistanê, ji bo alîkariya jinên Êzidî û malbatên koçber çûye wan deveran. Lê piştî vegerîna wê bo Rojhilatê Kurdistanê, li şûna qîmet û pesnê wê werin dayîn, rastî girtin, îşkence û zilmeke bêhempa ya rejîma Îranê hatiye. Heta ku doza wê gihişt wê astê dadgehan nekarîn dadmendiya xwe îspat bikin, lewra di 8’ê Çileya 2025’an de bi neheqî cezayê darvekirinê li çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî birîn.