Pevguhertina girtiyan li Helebê îro dê ji nû ve berdewam bike

Çavkaniyên Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku dê qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan di navbera meclisê û desthilata Şamê de ku di 28`ê Gulanê de hatibû astengkirin, îro dê ji nû ve berdewam bike.

Pevguhertina girtiyan li Helebê îro dê ji nû ve berdewam bike
2 hezîran, 2025   11:38
HELEB

Qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de roja 28`ê Gulanê hatibû astengkirin, tê payîn ku îro ji nû ve berdewam bike.

Di 1'ê Nîsana 2025'an de di navbera Meclisa Giştî ya her du taxan û desthilata Şamê de rêkeftinek hat îmzekirin. Rêkeftin ji 14 xalên sereke pêk tê. Li gorî xala 12`an a peymanê divê her du alî zindanan vala bikin û girtiyan pev biguherin.

Çavkaniyên Meclisa Giştî diyar kir ku proseya pevguhertinê dê îro dîsa berdewam bike, piştî ku di 28’ê Gulanê de hatibû astengkirin, ji ber ku desthiata Şamê qebûl nedikir şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berde.

Duh di navbera şandeya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de civînek li Şamê hate lidarxistin. Yek ji mijarên civînê jî ev bû "Ji nû ve aktîfkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd û çareserkirina wê bi awayekî ku xizmeta aramî û aştiya navxweyî bike.

Hejmara girtiyan ji her du aliyan nêzîkî 466 kesan e, ji wan 290  şervan û sivîlên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne û 176 endamên komên girêdayî desthilata Şamê ne. Qonaxa yekem a pevguhertina girtiyan di 3’yê Nîsanê de, du roj piştî îmzekirina rêkeftinê pêk hat. Di wê qonaxê de 146 girtî ku piraniya wan sivîl in û 97 endamên komên girêdayî hikumeta Şamê ku piraniya wan çeteyên "Artêşa Nîştimanî" ya dewleta Tirk a dagirker bûn, hatibûn berdan.

(k)