Hevdîtina li Şamê erênî bû û nakokiyên Rûsya û Ukraynayê dewam dikin

Hevdîtina şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi desthilata Şamê re, dide nîşan ku hewldaneke nû heye ji bo şikandina aloziya siyasî ya di navbera her du aliyan de. Her wiha pevçûnên di navbera Rûsya û Ukraynayê de dewam dikin.

Hevdîtina li Şamê erênî bû û nakokiyên Rûsya û Ukraynayê dewam dikin
2 hezîran, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan îro der barê hevdîtina şanda Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê, şerê li Ukraynayê û têkçûna rewşa aborî ya cîhanê de nivîsîn. 

‘DI CIVÎNA QSD`Ê Û ŞAMÊ DE ATMOSFEREKE ERÊNÎ HEBÛ’

Tora El Erebiye nivîsî ku "Civîna ku duh yekşemê li paytext Şamê di navbera şandeke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser û komîteyek ji hikumeta Şamê de hat lidarxistin, di "atmosfereke pir erênî" de derbas bû" li gorî ku Ziyad El Ayiş, endamê komîta hikûmetê dibêje. El Ayiş tekez kir ku civîn di nav 'ruhê berpirsyariya hevbeş ji bo berjewendiyên neteweyî' de hat lidarxistin û bal kişand ku wan li ser çend mijaran li hev kirine, bi taybetî avakirina komîteyên ji bo şopandina pêkanîna rêkeftina 10'ê Adarê ya ku di navbera Serok Ehmed El Şeri û fermandarê QSD'ê Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin. "

Rojnameya El Ereb a Londonê jî gotarek bi sernavê "Aloziya rêkeftina Helebê zehmetiya lihevhatina Şamê û QSD’ê nîşan dide" weşand. Rojnameyê diyar kir ku hevdîtinên di navbera QSD û Şamê de hîn di çarçoveya rêkeftinên biçûk de pêk tên ku ev rêkeftin ew qas têrê nakin ku lihevhatineke siyasî ya berfireh pêk bê. Her wiha da zanîn ku têkçûna pêkanîna rêkeftina Helebê nîşan dide ku nakokiyên mayî di navbera her du aliyan pir kûr in, tevî hin nîşanên erênî yên vê dawiyê.

‘XEYALA AŞTIYA ZÛ LI UKRAYNAYÊ’

Rojnameya El Nahar li ser şerê Rûsiya û Ukrayna nivîsî, ku dikeve sala xwe ya çaremîn. Rojnameyê bal kişand ser daxuyaniya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li ser avakirina "herêma tampon" li ser sînor, ku ji aliyê çavdêran ve wekî çespiandina serkeftinên Rûsyayê tê şîrovekirin. Tevî vê yekî jî, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky qebûl nake ku ti tawîzan bide. Ewropa jî piştgiryê dide helwesta Kyiv. Di vê navberê de, Amerîka bi balkdarî tevdigere, li bendê ye ku guhertinên navxweyî çêbibin û bandorê li helwesta wê ya dema pêş bikin.

ALOZIYA ABORIYA CÎHANÊ

Rojnameya El Xelîc bal kişande ser aloziya aboriya cîhanê û bal kişand ser raportên Netewên Yekgirtî û Fona Navneteweyî ya Diravî, ku her du jî dibêjin ev qonaxa niha "demeke krîtîk" e, ji ber guhertinên di siyaseta cîhanî û kêşeyên bingehîn. Rojnameyê diyar kir ku "ji bo derketina ji vê rewşê divê baweriya navdewletî were xurtkirin, bingehên bazirganiya cîhanî were bihêzkirin, û nehevsengiyên navxweyî werin çareserkirin, bi taybet li welatên pêşketî yên ku hîna hewcedariya wan bi piştgiriyek rastîn heye  ji bo pêkanîna bernameyên çaksaziyê yên bibandor".