Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye

Rêveberê nexweşxaneya Şedadê diyar kir ku bûyerên pêvedana dûpişkan li herêmê zêde bûye, bi taybet di dema germa zêde de.  Li gorî rêveberiya nexweşxaneyê mehane nêzîkî 30 nexweşên ji ber pêvadana dûpişkan têne nexweşxaneyê.

Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
Pêvedana dûpişkan li Şedadê zêde bûye
28 tebax, 2025   05:20
HESEKÊ
XIDIR EL EL FEYAD

Di rojên dawî de li bajarê Şdadê yê başûrê kantona Cizîrê, pêvedana dûpişkan zêde bûye.

Rêveberê nexweşxaneya Şedadê, Mihemed El Meyûf, diyar kir ku li gorî belgeyên nexweşxaneyê hejmara bûyerên pêvedana dûpişkan di demên germ de zêde dibin.

El Meyûf destnîşan kir ku ew li nexweşxaneyê sîrumên pêwîst didin kesên pêvedayî. Li gorî El Meyûf heftane nêzî 5 û mehane 30 kesên ku dûpişk bi wan ve daye tên nexweşxaneyê.

Mihemed El Meyûf destnîşan kir ku ji ber zêdebûna pêvedanan, sîruma berdest qediyaye. Lê belê, ew ji bo peydakirina sîrumê ketine nava hewldanan û tê payin ku di nava hefteyekê de bigihêje nexweşxaneyê.

Berpirsê dermanxaneya nexweşxaneyê Yûsif Meo ​ diyar kir ku Heyva Sor a Kurd dermanên pêvedana dûpişkan ji wan re peyda dike û li navendên tenduristiyê belav dike.

Meo wiha zêde kir, "Niha hin dermanên ku bandora pêvedanê kêm dikin hene, em wan didin nexweşan."

Yûsif Meo da zanîn kir ku li beşa dermankirina lezgîn a nexweşxaneyê ambulans hene ku nexweşên giran bighînin nexweşxaneyê.

Rêveberên nexweşxaneyê bang li şêniyên bajêr kirin ku bi taybetî di demên germahiya bilind de haydar bin da ku dûpişk bi wan ve nedin û eger bi wan ve dan, xwe zû bighînin navendên tenduristiyê.

(k/şx)

ANHA