Li kantona Firatê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgan û bikaranînerên narkotîkê li kantona Firatê girtin û çekên bi wan re desteser kirin.

Li kantona Firatê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li kantona Firatê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li kantona Firatê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li kantona Firatê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin
Li kantona Firatê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin
27 tebax, 2025   19:37
Navenda nûçeyan

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Dezgeha li dijî madeyên Hişbirê li kantona Firatê 4 bazirgan û bikaranînerên narkotîkê girtine.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: “Li ser giliyekê ji bo Nivîsgeha Gilî û Gazinan a bajarê Eyn Îsay, hate wergirtin, îro Dezgeha li dijî madeyên Hişbirê ya kantona Firatê 4 kes bi tohmeta bikaranîn û belavkirina madeyên hişbirê girtin.

Der barê giliyê de, tîmeke lêgerîn û lêpirsînê hata avakirin , ji bo vê ew  kesên li wan deran hatin dîtin û ji nêz ve hatin şopandin. Bi hevrêziya Dozgeriya Giştî re, operasyoneke ewlehiyê hate lidarxistin, di encamê de ew kes hatin girtin.

Di dema lêgerînê de, tiştên ku hatine desteserkirin ev in:

Yek (1) bombeya destan.

Demançeyeke 7 mm tevî 3 guleyan.

7 gram madeya hişbirê ya “H-Boz”.

790 dolar ku ji bo kirîna madeyên hişbirê hatibûn hazirkirin.

Amûrên ji bo bikaranîna madeyên hişbirê.

Hêzên me tekez kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî her cûre bazirganiya madeyên hişbirê û bikaranîna wê bidomîne û civakê ji wê xetereyê biparêze.”

(şx)