Şêniyên Siwêdayê: Divê hêzên Hikûmeta Şamê ji sînorên îdarî vekişe 

Li qada El Kerama ya li bajarê Siwêdayê xwepêşandanek hat lidarxistin. Çalakvan û şêniyên gundewarên parêzgehê beşdar bûn. Di xwepêşandanê de daxwaza vekişîna hêzên Hikûmeta Şamê ji tevahiya sînorên îdarî yên parêzgehê hate kirin û binpêkirinên li dijî sivîlan hatine kirin hatin şermezarkirin.

Şêniyên Siwêdayê: Divê hêzên Hikûmeta Şamê ji sînorên îdarî vekişe 
27 tebax, 2025   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li qada El Kerama ya li naverasta bajarê Siwêdayê xwepêşandanek hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de çalakvan ji bajêr û şêniyên gundên rojavayê parêzgeha Siwêdayê beşdar bûn û anîn ziman ku ew hebûna hêzên Hikûmeta Şamê li parêzgehê red kirin.

Xwepêşandêran pankartên "Ji axa me derkevin... rastî nayê jêbirin" Bilind kirin, her wiha destnîşan kirin ku van hêzan sûc li dijî şêniyên parêzgehê pêk anîne, jin, ciwan, mêr, zarok û temenmezin qetil kirin, mal û milkên wan dizîn û şewitandin. Xwepêşendêran diyar kir ku ev sûc ji bo şikandina vîna wan û çewisandina nasnameya wan hatin kirin.

Xwepêşendêran daxwaza vekişîna hêzên Hikûmeta Şamê bi temamî ji ser sînorên îdarî yên Siwêdayê bi awayekî lezgîn, kirin.

Hêzên Hikûmeta Şamê li zêdetirî 30 gundan bi cih bûne, rê li ber veguhestina cenazeyên qurbaniyên digirin û rê nadin şandeyên NY`yê  bikevin bajêr ji bo ku hejmaran belge bikin yan jî alîkariyê pêşkêş bikin.

23’yê Tebaxê şêniyan li qada El Kerama xwepêşandanek li dar xistibûn, bang kiribûn ku çarenûsa parêzgeha Siwêdayê bi xwe diyar bikin, ragihandina bêalî ya biyanî bikeve bajêr ji bo ku rastiya li erdê bê berovajîkirin, ragihînin.

(ac/şx)