'Pêvajoya qeydkirinê kesên neqeydkirî dê mehekê berdewam bike'

Pêvajoya qeydkirinê welatiyên Kurd ên neqeydkirî ji bo wergirtina hemwelatîbûna Sûriyeyê îro dest pê kir. Endamê komîteya qeydkirinê got: "Pêvajoya qeydkirinê dê mehekê berdewam bike. Eger pêwîst bide dê ev dem were dirêjkirin."

'Pêvajoya qeydkirinê kesên neqeydkirî dê mehekê berdewam bike'
'Pêvajoya qeydkirinê kesên neqeydkirî dê mehekê berdewam bike'
'Pêvajoya qeydkirinê kesên neqeydkirî dê mehekê berdewam bike'
'Pêvajoya qeydkirinê kesên neqeydkirî dê mehekê berdewam bike'
'Pêvajoya qeydkirinê kesên neqeydkirî dê mehekê berdewam bike'
6 nîsan, 2026   15:06
HESEKÊ

Biryarnameya Hejmar 13'an a der barê qeydkirina welatiyên Kurd ên neqeydkirî de, ku ji hêla hikûmeta demkî ve hatiye derxistin, îro li bajarê Hesekê ket warê pêkanînê.

Endamê komîteya qeydkirinê, Ebdurehman Ferho  der barê mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir  "Pêvajoya qeydkirinê ji bo kesên neqeydkirî dest pê kir. Niha ew wekî biyanî têne hesibadin, wan bi salan êşeke mezin kişand. Ev gav destpêka çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Ji roja yekem ve, me dît hejmarek mezin a welatiyan hatin serlêdanê, ev jî nîşanek erênî ye. "

Farho destnîşan kir ku komîte dixwaze xebatên qeydkirinê hêsan bike û tevliheviyên îdarî kêm bike. Her wiha diyar kir ku tiştên ji welatiyên neqeydkirî tê xwest ku ew belgeyeke danasînê û hin agahiyên der barê endamên malbatê de pêşkêş bikin. Ferho da zanîn ku komîte ji bo hêsankirina pêvajoya qeydkirinê û sivikkirina êşa welatiyan dixebite.

Farho destnîşan kir ku pêvajoya qeydkirinê dê mehek bidome û heke hewce be ev dem dikare ji bo mehek din were dirêjkirin, da ku hemû kesên neqeydkirî werin qeydkirin.

Pirsgirêka kesên neqeydkirî li Parêzgeha Hesekê ji dema serjimêriya awarte ya ku di 5`ê Cotmeha 1962`an de hatî kirin, derketiye holê. Di encama wê serhijmaraê de hejmareke mezin a welatiyên Kurd ji hemwelatîbûna Sûriyeyê hatin bêparhiştin. Li gorî daneyan hejmara kesên bê hemwelatî, tevî yên ku nehatine qeydkirin, ji 500 hezarî derbas dibe.

(k)