Wezareta Pêşmergeyan bang li Iraqê kir

Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku duh bi şev komên terorîst bi 4 dronan êrişî pêşmergeyan kirine. Wezareta ku xwedî helwest be, yan ewê mecbur bin helwesetek cûda nîşan bidin.

Wezareta Pêşmergeyan bang li Iraqê kir
6 nîsan, 2026   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistanê derbarê êrişên komên çekdar yên li Iraqê ên ser baregehên pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku duh bi şev komên terorîst ên ji qanûnê derketî bi rêya 4 dronên bombebarkirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmergeyan kirine.

Wezaretê da zanîn ku di rojên borî dejî li cihên cuda yên Herêma Kurdistanê gelek êrişên bi vî rengî li baregehên Pêşmergeyan hatine kirin. Li gorî daxuyaniyê di wan êrişan de ziyanên canî û madî çêbûne.

Wezaretê ragihand ku êriş bi eşkereyî û li ber çavên artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê tên kirin û hate gotin; ‘‘Tevî berdewamiya van destdirêjiyan, heta niha Hikumeta Federal, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û saziyên ewlehiyê yên Iraqê ji bo rêlibergirtina van êrişa, ti helwestek cidî nîşan nedane. Divê destdirêjî bên rawestandin û tawanbar bên cezakirin. Eger hikumeta federal bêhelwest bimîne, em dê mecbûr bibin ku helwesteke me ya din hebe.”