Pêşbirka Hespên Esîl a 2'yemîn li dar ket

Komeleya Hespên Esîl a kantona Cizîrê û Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê bi beşdariya 60 siwaran, Pêşbirka Hespên Esîl a 2'yemîn li dar xist.

20 îlon, 2025   15:57
QAMIŞLO

Komeleya Hespên Erebî yên Esîl a Kantona Cizîrê, bi hevkariya Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê Pêşbirka Hespên Esîl a 2'yemîn li dar xist. Pêşbirk li qada gundê Girkê Xelo yê Çilaxa bi beşdariyeke mezin a  şêniyên herêmê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb û nûnerên Rêveberiya Xweser bi rê ve çû.

Di pêşbirkê de 60 siwar ji hemû kantonên herêmê beşdar bûn. Siwar li gorî temenên hespan û li 6 geran hatin parvekirin:

Gera yekem: 11 siwar bi hespên 2 salî (Hezar metre)

Gera duyem: 7 siwar bi hespên 3 salî (Hezar metre)

Gera sêyem: 11 siwar bi hespên 3 salî (Hezar û 200 metre(.

Gera çarem: 6 siwar bi hespên 3 salî (hezar û 200 metre)

Gera pêncem: 10 siwar bi beşa "musenenat" (hezar û 400 metre)

Gera şeşem: 12 siwar bi hespên leheng ên mezin (hezar û 800 metre)

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebduselam Seyid Mehmûd got peyama pêşbirkê nîşandana girêdana bi reseniyê û jiyana hevbeş e.

Bi navê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Vîviyan Beho jî got: "Pêşbirk resenî û dîroka me nîşan dide û girêdana me bi reh û nirxên xwe ve pişrast dike.”

Piştre pêşbaziyê dest pê kir û encam wiha bûn:

Yekem: Tac Esîr (Esîr El Ezo) bi perwerdeya Telal Bedran.

Duyem: Ruûd Hayil (Hayil Ebdullah) bi perwerdeya Hayil Ebdullah.

Sêyem: Bedah El Nasir (Nasir) bi perwerdeya Diyaa.

Encamên gera duyemîn:

Yekem: Kehlan El Xedhan (Nezhan El Xedhan) bi perwerdeya Fayiz El Xedhan.

Duyem: Mehbûb Şiwêş (Hamid Şiwêş) bi perwerdeya Selam El Xalidî.

Sêyem: Werid El Xidêr (Xidir El Xewaf) bi perwerdeya Malik El Xewaf.

Di dawiya pêşbirkê de her sê siwarên serkeftî û komîteya amadekar hatin xelatkirin.

(mh)

ANHA