Foza Yûsif: Aştî bi gefan dest pê nake

Di Konferansa Hevirtina Jinan de Foza Yûsif diyar kir ku aştî bi gefan nayê avakirin û der barê gotara terorê ya berdewam a ji hêla Tirkiyeyê ve hişyarî da. Fozayê destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneyeke biçûk a tevahiya Sûriyeyê ye.

Foza Yûsif: Aştî bi gefan dest pê nake
20 îlon, 2025   15:59
HESEKÊ

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsiv, di konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" de ku li Hesekê tê lidarxistin, axivî.

Foza Yûsif bal kişand ser rola girîng a jinan di pêkanîna azadî û demokrasiyê de. Her wiha der barê gotar û xitaba gefxwarinê de hişyarî da û got: “Aştîya rastîn bi gefan dest pê nake û şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha bidestxistina azadiyê ye."

Fozayê destnîşan kir ku "Danezana Destûrî" ya ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye derxistin, divê were sererastkirin da ku mafên jinan û cihê wan di hikumeta bê de garantî bike. Foza da zanîn ku ev konferans platformek ji bo yekkirina jinan û bidestxistina daxwazên wan ên bingehîn, bi taybetî sererastkirina Danezana Destûrî da ku destûrek jinan ku mafên jinan diparêze û beşdariya wan a di jiyana siyasî de pêk bîne, were danîn. Foza di axaftina xwe de jinên şehîd ên ku jiyana xwe ji bo parastina mafên jinan feda kirine bi bîr anî, û diyar kir ku jinan, bi têkoşîna xwe, şoreşek rastîn ji bo pêkanîna azadiyê ava kirine.

Der barê hilbijartinên parlamentoyê yên ku hikumeta veguhêz amadekariya wan dike, Foza Yûsif bal kişand ser paşguhkirina jinan û civakên din ên Sûriyeyê, her wiha bal kişand ser binpêkirin û kuştinên li dijî jinan, êrişa rasterast a li dijî pêşeng, siyasetmedar û rojnamevanên jin û kampanyayên medyayê yên reşkirinê.

Foza Yûsif nakokiyên helwestên hikûmeta veguhêz rexne kir, û destnîşan kir ku hikûmet banga  diyalogê dike lê li ser medyaya dîjîtal gotara nefretê pêş dixe, ev jî parçebûnê zêde dike û Sûriyeyê ber bi şerê navxweyî dibe. Foza got ku  aştî bi gefan dest pê nake, lê bi diyalogê dest pê dike.

Fozayê bal kişand ser rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê û da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyeyê berdewam dike û hikûmeta veguhêz helwestek zelal negirtiye. Her wiha daxuyanî û gefên dawî yên Tirkiyeyê ku dibêje ew ê êrişekê li ser herêmê pêk bîne bi bîr xist û got, "Kanî çareserî? Kanî diyaloga rastîn a Sûrî-Sûrî? Eger her tişt bi gefan pêk tê, Aştî bi çavtirsandinê dest pê nake, lê bi diyalog û naskirina mafên hemû pêkhateyan dest pê dike. "

Foza Yûsif her wiha diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeka biçûk e, hemû pêkhate û koman tîne ba hev û xwe ji terorîzm û dijminan diparêze. Foza da zanîn ku nasnameya wan biratî, demokrasî û jiyana hevbeş e û divê mafên jinan beşeke bingehîn a her destûrekê bin.

(k)