Mesrûr Barzanî gef li Şengalê xwar

Mesrûr Barzanî ji Bexdayê xwest Peymana Şengalê were bicihanîn. Peyman di 9’ê Cotmeha 2020’an de bêyî îradeya Êzidiyan di navbera Iraq û PDK’ê de hatibû îmzekirin.

Mesrûr Barzanî gef li Şengalê xwar
20 îlon, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma projeyekê de têkildarî bicihanîna Peymana Şengalê axivî.

Mesrûr Barzanî got ew bicihanîna Peymana Şengalê girîng dibîne û destnîşan kir ku ji bo ew peyman bikeve meriyetê wan her tişt kiriye, lê heya niha ew pêk nehatiye.

Barzanî bang li Bexdayê kir ku ji bo peyman were bicihanîn tişta pêwîst bike û îdia kir ku ger peyman pêk were dê Êzidî hemû vegerin Şengalê.

Di 3’yê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kiribû, wê demê Şengal di bin kontrola çekdarên PDK’ê de bû. Lê PDK’ê Şengal derda û ji DAIŞ’ê re hişt. Piştî PDK ji Şengalê derket komkujiyên mezin pêk hatin. Piştî wê gerîlayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê berê xwe da Şengalê û civaka Êzidî ji komkujiyên mezin xilas kir. Bi demê re li Şengalê Rêveberiya Xweser hate îlankirin. Lê dewleta Tirk bi destê PDK’ê xwest Rêveberiya Xweser a Şengalê tune bike. Bi vê armancê di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera hikumeta berê ya Iraqê (Mistefa Kazimî) û hikumeta Herêma Kurdistanê de “Peymana Şengalê” hat îmzekirin.

Piştî ku ew peyman hat îmzekirin hikûmeta Iraqê û PDK’ê gelek caran xwest ku Şengalê bixe bin kontrola xwe. Lê hewldana destwerdana Şengalê her tim bi berxwedana civaka Êzidî têk çû. Di demên dawîn de PDK careke din dixwaze peymanê bixe rojevê û bi hikumeta Sudanî re bixe meriyetê.

Bi hezaran Êzidî niha li kampên Başûrê Kurdistanê yên di bin serweriya PDK’ê de ne. PDK rê nade Êzidî vegerin Şengalê û ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tîne.