Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bû

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 7'emîn de bi belavkirina 34 xelatan sembolîk û xelatên xwînerê herî baş û serdêrê herî baş, bi dawî bû.

31 cotmeh, 2023   21:30
QAMIŞLO

Roja 7'emîn û ya dawîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a li hola Zana ya Qamişloylê, bi serdana şagirt û xwendekarên dibistan û zanîngehan û endamên saziyên civaka sivîl bi dawî bûn.

Saet di 5'an de şahiya bidawîbûna pêşangehê hat lidarxistin, di şahiyê de dayika şehîd Herekol (Hisên Çawîş), Xedîce Çawîş keda organîzekerên çalakiyên çandî spas kir û lidarxistina pêşangehê diyarî ruhê şehîd kir. Her wiha banga şopandina rêya şehîdan bi rêya rûniştandina fikrê wan ji bo rizgarkirina xak û welêt, kir.

Dayika şehîd helbestek ji kultûra herêma Koçerat li ser şehîd Herekol jî xwend.

Endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd Xelef ev pêşangeh wek "destkeftiyeke çandî" wesifand ku hemwextî zehmetî û derfetên kêm ên heyî hate lidarxistin û destnîşan kir ku bi saya keda hemiyan pêşangeh bi ser ket.

Piştre, 34 xelat li weşanxane, pirtûkxane, yekitî û saziyên çandî yên xwecih hatin belavkirin. Her wiha xelata xwînerê herî baş, Lîlav Qico û xelata serdêrê herî baş Mela Elî Resûl wergirtin.

Pirtûka nivîskar Arşek Beravî ya bi navê "Wêjeya Kurdî" hat îmzekirin.

Pêşangeh bi rêjeyeke baş a serdêran hemwextî kêmkirina nirxên pirtûkan, bi dawî bû.

PÊŞANGEH BI KURTASÎ

7`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker 2 caran hat derengxistin û di 28'ê vê Cotmehê de bi 4 rojan li şûna 8 rojan bi dirûşma "Xwendin Ronahî ye" li dar ket. Tê de 60 weşanxane û saziyên çandî, ji wan 24 ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 37 ji deverên din Sûriyeyê û Urdun, Lubnan, Misr, Mîrnişînên Erebî, Başûrê Kurdistanê û Îtalyayê beşdar bûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku sala borî hejmara weşanxaneyên beşdar ên xwecih û cîhanî tenê 51 bû.

Hejmara sernavên di pêşangehê de jî 14 hezar û bi 140 çap bû ku bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Erebî, Farsî, Tirkî, Îngilîzî û Fransî li berdest bûn.

(mh/şx)

 ANHA