QSD'ê bi alîkariya şêniyên bajarokekî Dêrazorê çeteyek girt

QSD'ê bi alîkariya şêniyên bajarokê Sebha yê Dêrazorê çeteyekî ku hewl dida bombeyekê li nêzî dikanekê bi cih bike, girt.

QSD'ê bi alîkariya şêniyên bajarokekî Dêrazorê çeteyek girt
31 cotmeh, 2023   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da zanîn ku hêzên wan bi alîkariya şêniyên bajarokê Sebha yê rojhilatê Dêrazorê çeteyekî ku hewl dida bombeyekê li pêşiya dikaneke sivîlan li bajarok bi cih bike, girt.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê destnîşan kir ku piştî girtina çete, hêzê yekser dest bi lêpirsînê kiriye da ku aliyê çete şandiye herêmê û armancên wî ji vê bûyera terorîst nas bikin.

Navendê piştrast kir ku hêzên wan dê bi destekdayîn û alîkariya şêniyan xebatên xwe yên ji bo têkbirina planên li dijî aramiya herêmê bêrawestan bidomînin.

(mh)