Perwerdeya zarokan a nîgarkirin û tevinkariyê bidawî bû
Navenda Çand û Hunerê li bajarê Telbirak ê kantona Cizîrê perwerdeya zarokan a nîgarkirin û tevnkariyê bi şahiyekê bidawrî kir.
Bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan ku 20ˈê Mijdarê ye, Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birakê bi boneya bidawîbûna perwerdeya xêzkirin û tevnkariyê a zarokan şahiyek li dar xist.
Şahî li Navenda Çand û Hunerê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.
Di şahiyê de stran û govend hatin pêşkêşkirin û zarokên tev li dewreya perwerdeyê bûne hatin xelatkirin.
(k)