Hêzên Ewlekariyê bazirganekî hişbirê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî madeyên hişbir li kantona Minbicê girt.

Hêzên Ewlekariyê bazirganekî hişbirê girt
19 mijdar, 2024   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de ev agahî li ser malpera xwe parve kir: 

"Beşa Têkoşîna li dijî Hişbirê vê sibehê agahî wergirtin ku miqdareke madeya krîstal a hişbir li gel bazirganekî heye û li kantona Minbicê belav kir. Hêzên me piştî wergirtina van agahiyan bi ser cihê kesê bi navê A. Z. de girt. Kîloyeke madeya krîstal a hişbir li gel wî hate dîtin û hat desteserkirin. Hêzên me lêkolînê didomînin da ku wî sewqî dadgehê bikin."

(bb)