Berpirsekî amerîkayî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Berpirsekî Amerîkayî serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir û bi hevserokên Meclisa Giştî ya her du taxan re civiya. Di civînê de aştiya navxweyî, aramî  û hebûna jinan di biryara pêşeroja Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.

Berpirsekî amerîkayî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
Berpirsekî amerîkayî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
Berpirsekî amerîkayî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
Berpirsekî amerîkayî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
Berpirsekî amerîkayî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
2 îlon, 2025   15:52
HELEB

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Senatorê Amerîkayî Abraham Jamal Hamadeh, Zach Hoff çend roj berê bi nûnerên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir re civiya.

Hoff çend roj berê serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribû. Hoff di serdanê de bi hevserokên meclisa giştî re, rewşa her du taxên ji tevahî aliyan ve, dan û standina der barê pêkanîna peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya her du taxan û nûnerên hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de xebatên dikarin sûdê li pêkanîna ewlekariya mayînde û berfirehkirina rola jinan di pêkanîna biryara pêşeroja Sûriyeyê de bikin hate nîşqakirin. Di heman demê de giringiya destpêkirina danûstendina niştîmanî ya li ser asta Sûriyeyê û giringiya wê, her wiha giringiya piştgiriya Amerîka ji civakên herêmê re û rola wê li ser pêkanîna aştiya berdewam hate gotûpêjkirin.

Abraham Jamal Hamadeh yekem senatorê Amerîkayî ye ku şêwirmendê xwe şand taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Di heman demê de yekem welatiyê bi eslê xwe Sûriyeyî tevlî kongresa Amerîkî dibe.

(dc)

ANHA