Ji xebata medyayê ber bi qadên berxwedanê ve: Emîne Elî

Emîne Elî ku nûçegihana ajansa me bû, di sala 2017`an de, dema dagirkirina bajêr Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve, hewl da  êş û dengê xelkê bajarê xwe bigihîne cîhanê. Di sala 2018`an de, ji ber baweriya bi doza azadî û rizgariya gelê xwe, tevlî refên Hêzên Parastina Gel (HPG) bû û di sala 2020`an de gihîşt asta şehadetê.

Ji xebata medyayê ber bi qadên berxwedanê ve: Emîne Elî
Ji xebata medyayê ber bi qadên berxwedanê ve: Emîne Elî
Ji xebata medyayê ber bi qadên berxwedanê ve: Emîne Elî
Ji xebata medyayê ber bi qadên berxwedanê ve: Emîne Elî
Ji xebata medyayê ber bi qadên berxwedanê ve: Emîne Elî
Ji xebata medyayê ber bi qadên berxwedanê ve: Emîne Elî
Ji xebata medyayê ber bi qadên berxwedanê ve: Emîne Elî
2 îlon, 2025   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Gel (HPG) îro nasnameyên 5 gerîlayan di sala 2020`an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne, aşkere kirin.Şehîdên ku nasnameyên wan hatime aşkerakirin ev in: Sara Dilsoz, Serxwebûn Demhat, Hêmin Urmiye, Ronî Xezal û Serhad Qelqelê.

Sara Dilsoz (Emîne Elî) di sala 2017`an de nûçegihan ajansa me bû. Di sala 2018`an de tev li  refên HPG’ê bû û rêwîtiyek nû di qadên berxwedanê de dest pê kir.

Emîne Ebdulqadir Elî di sala 1994`an de li taxa El Meşleb a Reqayê, di nav malbatekê de ku ji 10 kesan pêk tê ji dayik bû. Ew zaroka sêyemîn e. Ji eşîra El Bu Hemîd e ku yek ji eşîrên Ereb ên navdar ên herêmê ye.

Emîne di civakeke sade girêdyî nirxên civakî û welatparêzî de mezin bû. Ev jî bû egera çêbûna karakterê wê yê bihêz û çalak bû. Wê li dibistanên taxê xwend heta ku dîplomaya xwe ya lîseyê wergirt, dûv re xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha El Furat, Koleja Perwerdehiyê berdewam kir.

Piştî ku Reqa di sala 2017`an de ji destê DAIŞ`ê hate rizgarkirin, Emîne cihê xwe di ajansa me (ANHA) de digire û wekî nûçegihan û rêveber Navenda Ragihaninê ya Giştî ya li Reqayê kar û xebat meşand.

Emîne zêdetirî du salan bû dengê gel, êşên wan vegot û pêşketinên ku piştî rizgarkirinê li bajêr çêbûn ji cîhanê re radighand. Emîne ne tenê rojnamevanek bû; lê berê ew bû şahida qonaxek girîng a dîroka Reqayê û piştî salên zilm û tarîtiyê beşdarî ji nû ve avakirina civakê bû.

Di sala 2018`an de, Emîne biryareke dîrokî da ku tev li refên Hêzên Parastina Gel li Çiyayên Qendîlê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe. Di 18`ê Adara 2020`an de li herêma Avaşîn şehîd bû.

(k)

ANHA