Îsraîlê kuştina 2 serkirdeyên Hemasê ragihand

Artêşa Îsraîlê kuştina 2 serkirdeyên Hemasê li Xezayê ragihand û got hêzên wan avahî û bargehên leşkerî li bakur û naverasta Xezayê ruxandine.

Îsraîlê kuştina 2 serkirdeyên Hemasê ragihand
2 îlon, 2025   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan 2 serkirdeyên Hemasê li Xezayê kuştin. Di heman demê de hêzên wan ên leşkerî bargeh û avahiyên leşkerî yên Hemasê li bakur û naverasta Xezayê bi temamî ruxandine.

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee li ser rûpela xwe ya Xˊê peyamek parve kir û dibêje: "Di mehekê de artêşa Îsraîlê, bi taybet tugaya 99’an, li Xezayê bi dehan endamên Hemasê kuştine. Kesên hatine kuştin, amadekariya êrişên li dijî arêtşa Israîlê dikirin."

Adraee diyar kir ku "Di nava kuştiyan de cîgirê Serkirdeya Seraya ya Tûgaya El Zeytûn Ehmed Ebû El Dêf heye. El Dêf di sala 2024’an de bi dehan êriş li dijî artêşa Israîlê bi rê ve birine. Di heman demê de li ser beşdarkirina ciwanan di nava çekdarên Hemasê de kar kiriye."

Adraee di berdewama peyama xwe de jî got "Hêzên wan fermndarê Tûgaya Hêzên Taybet Sidqî Talib (Ebû Etawî), ku di 7ˊê Cotmehê de tev li êrişên dijî Îsraîlê bûye, di çalakiyekê de kuştiye."

Balafirên arêtşa Israîlê li herêmên El Şûcai û El Zeytûn êrişên hewayî pêk anîne. Adraee der barê vê yekê de ev agahî dan: “Hemasê ew herêm di êrişên li dijî hêzên me de bi kar tanî. Artêşa me dê çalakiyên xwe yên ji bo parastina welatiyên Îsraîlê, bidomîne.”

(dc)