Pentagon: 74 caran êrişî hêzên me yên li Rojhilata Navîn kirin

Cîgira berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku sêşemê careke din komên çekdar êrişî baregehên wan kirin ku bi vê yekê hejmara êrişên li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Suriyeyê bû 74 êrişan.

Pentagon: 74 caran êrişî hêzên me yên li Rojhilata Navîn kirin
1 kanûn, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Sabrina Singh li ser hejmara êrişên komên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Sabrina Singh ragihand ku sêşemê careke din komên çekdar êrişî baregehên hêzên wan kirin ku bi vê yekê hejmara êrişên li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Suriyeyê ji 17’ê Cotmehê ve gihişte 74 êrişan.

Her wiha bê ku cihê êrişê were diyarkirin hate ragihandin ku di encama êrişa herî dawî de ti windahî û zirarên madî çênebûn û ev êriş, yekane êrişa piştî agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê de hate kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîkayê biryar daye ku bi armanca parastina hêzên xwe yên li herêmê, hêzek zêde bikişîne Rojhilata Navîn bi taybet li Iraq û Suriyeyê.