Dengdayîna li derve ya hilbijartinên Misirê dest pê kir

Misiriyên li derveyî welat ji bo hilbijartinên serokatiyê dest bi dengdanê kir. Di hilbijartinan de tevî serokê niha Ebdulfettah El Sîsî, 4 namzet hene.

Dengdayîna li derve ya hilbijartinên Misirê dest pê kir
1 kanûn, 2023   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dengdayîna ji bo hilbijartinên serokatiyê yên Misirê dest pê kir. Li 137 komîteyên şaxî yên li navendên nûnertiyên li dewletên cîhanê, misiriyên li derveyî welat dest bi dengdayînê kir.

Namzetên di vê hilbijartinê de Ebdulfetah El Sîsî, serokê Partiya El Wefid Ebdusened Yemame, serokê Partiya Gel a Cumhurî Hazim Omer û serokê Partiya Misirî ya Demokratîk Ferîd Zehran in.

Rojên dengdayîna li derveyî welat 3 ne. Rojên dengdayîna li hundirê welat jî di 10, 11 û 12′ê Kanûnê ne.

Heke di tûra yekemîn de hilbijartina bi dawî bibe, dê encam di 18′ê Kanûnê de bên ragihandin. Lê heke namzetek bi ser nekeve, dê misiriyên li derve di 5, 6 û 7′ê Çileya 2024′an de û li hundir jî di 8, 9 û 10′ê Çileya bê de dengê xwe bidin û encam di 16′ê Çileyê de bên ragihandin.

(fr)