Pêngava Meclisa Hesekê ya paqijiyê û jîngehê dewam dike

Meclisa Şaredariya Hesekê bi hevkariya şaredariyê û komînan, pêngava hişyariyê ya der barê jîngehê de ku di destpêka biharê de dabû destpêkirin, didomîne.

Pêngava Meclisa Hesekê ya paqijiyê û jîngehê dewam dike
Pêngava Meclisa Hesekê ya paqijiyê û jîngehê dewam dike
Pêngava Meclisa Hesekê ya paqijiyê û jîngehê dewam dike
Pêngava Meclisa Hesekê ya paqijiyê û jîngehê dewam dike
Pêngava Meclisa Hesekê ya paqijiyê û jîngehê dewam dike
Pêngava Meclisa Hesekê ya paqijiyê û jîngehê dewam dike
20 gulan, 2025   11:39
HESEKÊ

Meclîsa Bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel û komînên taxa Mişêrfayê, pêngava paqijkirin û hişyarkirina der barê jîngehê dest pê kir. Ev xebat di çarçoveya kampanyaya meclis ya ji bo baştirkirina xizmetguzariyan û hişyariya der barê jîngehê de pêk hat.

Şêniyên taxê û zêdeyî 50 xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî pêngavê bûn. Di xebata îro de kolanên taxê hatin paqijkirin û belavokên hişyariyê hatin belav kirin.

Armanca vê pêngavê ew e ruhê hevkariyê û xebata hevbeş di nav şênyan de xurt bike, her wiha başkirina paqijiya giştî.

Li gorî berpirsyaran, ev kampaniya dê di rojên bê de li hemû taxên bajêr berdewam.

Ev pêngav berê li taxên Kellasê, Eskerî, Xişman û Neşwa hatibû destpêkirin.

(k)