6 belavkarên madeyên hişbir hatin destgîrkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê 6 belavkarên madeyên hişbir destgîr kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî destgîrkirina 6 belavkarên madyên hişbir li Reqayê agahî parve kirin.
Navendê diyar kir ku hêzên taybetî di çarçoveya xebatên xwe yên domdar ên têkoşîna dijî bazirganî û belavkirina madeyên hişbir de, roja 17’ê Gulanê 6 kesên ku li Reqayê ev made belav dikirin, destgirî kirin. Hate diyarkirin ku hêzên taybet miqdarek madeyên hişbir, 9 şûşeyên gaza butane û 6 kamereyên çavdêriyê ku li gel van kesan hatine dîtin, desteser kirin.
Her wiha hate desntîşankirin lêpirsîna bi kesên destgîrkirî dewam dikin.
(bb)